
|
STENBOL - Koma Çar Newa piştî “Mak” û “Sî” vê carê bi albûma “Zîz” derket pêşberî hezkiriyên xwe. Albûma ku zêdetir stranên gelêrî di nava xwe de dihewîne, wergera straneke Ahmet Kaya kirine û bi kurdî distrên.
“Zîz” bi strana zazakî “De bê” dest pê dike, û bi “Şimik Reş”ê didome. Giraniya albûmê ji stranên gelêrî pêk hatiye û zêdetir jî stranên herêma Botanê xwe nîşan didin bi tevî harmoniya estrumanên kurdî û yên modern.
XÎTABÎ HER KESÎ DIKE
Çar Newa ku li ser koka Koma Amed şîn bûye, bi şêweya xwe ya modern ji nû ve sazkirina stranên gelêrî û bi awayekî serketî domandina karê xwe ya muzîkê berdewam dike. Di nav komê de Serhat û Silêman zêdetir bi dengên xwe, Fîkrî Kutlay û Ahmet Kaya jî bi lêkolînên xwe derdikevin pêş û di vê albumê de vê qaîdeyê dîsa berdewam kiriye. Her wiha muzîka Mustafa Bîber di “Zîz”ê de xwe nîşan dide. Yên ji muzîka modern hez bikin an nekin, “Zîz” xîtabî wan jî, yê her kesî dike. Albûm li cihekî nalikume, di tempoyekê de didome, ku car caran vê tempoyê bilind dike. Lê bi giştî li heman tempoyê dide, bêyî acizkirinekê xwe dide guhdarîkirin.
STRANÊN GELÊRÎ
“Zîz” stranên gelêrî ji nû ve jîndar dike, deng dide wan, nû dike û pêşkêş dike. Herî zêde “Hemamê” derdikeve pêş li vê derê. Dengê “Hemamê” guhdaran dikişîne nava xwe, xwe li dora guhdar dipêçe, dide hîskirin. Û “Zeynebê” ya bi stîla hîp-hopê hatiye rêstin û xwendin, pêşî bi ‘ra ra rî ra’yên xwe yên di destpêka stranê de, dûre bi gotinên wê, bi şewata bikaranîna deng “Zeynebeke” nû diyarî guhdaran dike tevî amûrên rojavayê. Koma Çarnewa strana Ahmet Kaya bi wergera Abdurahman Çelîk bi navê “Taxa Jêrê” xwendiye, daxwaza Ahmet Kaya ya bi kurdîstrînê aniye ziman, ew bi bîr aniye. Digel stranên gelêrî, straneke helbestkar Îbrahîm Seydo Aydogan “Zarokatî” jî balê dikişîne.
Albûma ku bi etîketa Kom û Mîr Muzîkê derketiye 12 stranan di nava xwe de dihewîne: “De bê”, “Şimik Reş”, “Taxa Jêrê”, “Zarokatî”, “Çîmenê”, “Şeveke Tarî”, “Zeynebê”, “Cade Çol”, “Hemamê”, “Hawar”, “Hey lolo Delal”, “Almast”.


